Sandeke Amerîkî bi 8 partiyên Rojavayê Kurdistanê re civiya

27 April 2020 13:27 0 dîtin
Sandeke Amerîkî bi 8 partiyên Rojavayê Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Nûnerên Wezareta Derve ya Amerîkî bi serkirdeyên 8 partiyên siyasî yên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê re civiya û behsa destpêşxeriya nêzîkirina aliyên Kurdî kirin.

Çapemeniya HSDê belav kir, Nûnerê Amerîkî William Robak û Alîkara wî Emily Brandt, di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî de, bi serkirdeyên 5 partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê civiyan.

‘Şanda Amerîkî li pêşniyazan guhdarî kir’


Hat diyakirin ku şanda Wezareta Derve ya Amerîka, ji bo dewlemendkirin û pêşxistina destpêşxeriya yekrêziya Kurdî, guhdarî li nêrîn û pêşniyazên partiyên siyasî kirin.

Serkirdeyên partiyên di civînê de beşdar bûne, ji her yek ji Sekreterê Partiya Yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (El Wehdê) Mihyedîn Şêx Alî, Sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokrat li Sûriyê Salih Gedo, Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê Nisredîn Ibrahîm, Sekreterê Partiya Wîfaqa Demokrat Fewzî Şingalî û Endamê Desteya Cîbicîkar a Tevgera Çaksaziyê Emced Osman pêk hatibûn.

Herwiha belav kir jî, piştre Nûnerê Amerîkî William Robak bi her yek ji Sekreterê Partiya Çep a Kurdî ya Sûrî Mihemedê Mûsê, Sekreterê Partiya Demokrata Kurd a Sûrî Cemal Şêx Baqî û Endamê Desteya Cibicîkar a Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê Ehmed Silêman re civiya.

‘Biryar e şanda Amerîka di heman çarçovê de bi partiyên din yên siyasî re jî bicive’


Amaje bi wê jî da, biryar e şanda Wezareta Derve ya Amerîka di heman çarçovê de hevdîtinan bi partiyên din yên siyasî re bike.

Ev civîn di demekê de tê, duhî Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdê ragihandibû, pêşketineke baş di pirsa nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de heye û di demên pêş de dê encamên baş hebin.