Sandeke bilind a Amerîkî li Rojavayê Kurdistanê bi Mezlûm Ebdî re civiya
PeyamaKurd - Şandeke bilind a Amerîkayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û bi Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî civiya.
Hat zanîn ku di şanda Amerîkî de cîgirê wezîrê derve yê Amerîkayê Ethan Goldrich, cîgirê wezîrê derve yê karûbarên Iraqê yê Amerîkayê Jennifer Gavito, gerînendeya dosyaya Sûriyê û Iraqê ya Encûmena Asayîşê ya NY Zahra Bell û nûnerê Wezareta Derve ya Amerîka ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê Matthew Pearl cî girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) eşkere kir ku şanda Amerîkî ligel Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî civiya ye ku di hevdîtinê de, berdewamkirina hevkariya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî hatiye destnîşan kirin.
Şanda Amerîkî di civînê de, nêrînên xwe yên derbarê geşedanên dawî yên têkildarî têkoşîna li dijî DAIŞê de, bi taybet piştî bûyerên girtîgeha Sînaa ya li Hesekê parve kirin.
HSDê diyar kiriye ku şanda Amerîkî xebat û fedakariyên HSDê silav kirin ku hewl dide girtîgeha Sinaa ji nû ve kontrol bike û nehêle DAIŞ careke din plana xwe ya terorîst pêk bîne.
Di civînê de her du aliyan destnîşan kiriye ku DAIŞ hîna li ser herêmê bi giştî gef e û rêbazên xurtkirina hevkariyê di gelek qadan de hatin gotûbêjkirin ku pêwîstiya pêşxistina geşepêdan û ewlehiyê li herêmên di bin kontrola HSDê de hat bibîrxistin.
HSDê diyar kir ku şanda Amerîkayê pêwîstiya berdewamkirina diyalogê di navbera aliyên Kurd ên li Sûriyê de jî teqez kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin