Sandeke Belçîkî li Reqayê bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya

10 October 2021 15:11 0 dîtin
Sandeke Belçîkî li Reqayê bi berpirsên Rêveberiya Xweser re civiya

PeyamaKurd - Şandeke Parlemetoya Federal a Belçîkayê derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û serdana Reqayê kir.

Şanda Belçîkî ji Serokê Koma Dostên Parlementoyê ya Iraqê Corc Delmaxnî û ji rêvebirê Komeleya Navneteweyî V-Europe Fîlîp Vanstenquisti, endamên Komeleya Qurbaniyên Terorê, Endamê Rêveberiya Komeleya Qurbaniyên Terorê ya Fransî AFVT, Yekîtiya Ewropayê RAN û Serokê Koma Xebatê ya Qurbaniyên Terorê pêk dihat.

Şanda Ewropî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Rêvebir a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid û hevserokê Meclîsa Rêvebir Jozêf Lehdo ve hat pêşwazîkirin.

Hat ragihandin ku di hevdîtinê de her du aliyan gelek dosya gotûbêj kirine ku ya herî girîng rewşa koçberan û zêdebûna êrîşên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûn.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêvebir a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Jozêf Lehdo piştî hevdîtinê daye xuyakirin, pêwîstiya Rêveberiya Xweser bi naskirin û istîqrareke siyasî heye, ji ber ku ji her alî ve hatiye dorpêçkirin û tu derî jê re vekirî nîn in, da ku rewşa aborî bi pêş bixe û xizmeteke baştir pêşkêş bike.

Jozêf Lehdo got, şandê soz daye wan ku ji bo parastina Rêveberiya Xweser piştevaniya wan bikin.