Rêveberiya Xweser a Rojava li Reqayê pireke mezin vekir
PeyamaKurd – Pira El-Reşîd a ku di encama êrîşên çekdarên DAIŞê yên li Reqayê yên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (DSG) de hatibû rûxandin, ji aliyê Rêveberiya Xweser a Rojava ve hat sererastkirin û kete xizmetê.
Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojava jî tevlî merasîma vekirinê ya ku bi hezaran welatî amade bûn, bûn.
Pira ku li ser çemê Firatê hatiye çêkirin, herdu aliyên Reqa û Rojava bi Sûriyê ve girêdide.
Di merasîma vekirina pirê de Hevserokê Meclîsa Rêveberiyên Herêmî ya Rojava Cîhad Omer axivî û diyar kir ku hemû xebatên sererastkirina pirê ji aliyê wan ve hatiye kirin.
Cihad Omer got, "Me bi derfetên kêm lê bi dil û mêjî kar kir. Ev pir bi hêz û şehrezayiya welatparêzên Sûriyeyî yên ku ji bajar û welatê xwe hez dikin, hat çêkirin. Divê hûn gelê Reqayê vê pirê biparêzin. Yên ku me bi cudabûnê tohmetbar dikin, êdî nikaribin pirekê di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û hemû parêzgehên Sûriyê de ava bikin." "Em dibêjin ku em piran çêdikin."
Xebata tamîrkirina pirê di Mijdara 2022an da destpê kiribû û 19 mehan dewam kir. Vekirina pirê di 6ê Hezîranê de dema ku HSDê li dijî DAIŞê operasyon dabû destpêkirin, hatibû vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin