Rêveberiya Rojava: Berpirsên êrîsa ser Kobanê Rûsya û Hevpeymanî ne
PeyamaKurd – Rêveberiya xwecihî ya Herêma Firatê li Rojavayê Kurdistanê derbarê êrîşa doh 25ê Kanûnê ya bi dronên Tirkiyê li ser bajarê Kobanê de, daxuyaniyek belav kir.
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê û got, “Rûsya û Hevpeymaniya Navdewletî berpirsên êrîşê ne.”
Di daxuyaniyê de herwiha hatiye diyarkirin: “Ev êrîş di çarçoveya rêze-êrîşên terorî yên dewleta Tirk û çekdarên wê yên li ser Herêmê pêk hatiye.”
Di encama êrîşa doh ya bi ser maleke li bajarê Kobanê de, 2 kesan can dabû û 7 jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin