Rêveberiya Rojava êrîsa Tirkîyeyê ya li diji navendên enerjiyê sermezar kir

25 December 2023 01:00 0 dîtin
Rêveberiya Rojava êrîsa Tirkîyeyê ya li diji navendên enerjiyê sermezar kir

PeyamaKurd – Rêvebirê Xweser a Bakur-Rojhelatê Sûrîyeyê (Rojava) êrîşên Tirkîyeyê yên li dijî navendên enerjîyê yên Rojava şermezar kir.

Piştî ku li qada Xakûrkê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşên hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de 12 leşkerên artêşa Tirkîyeyê jiyana xwe ji dest dan, Tirkîyeyê bi frokeyên şer êrişî qadên ku di bin kontrola PKKê de ne û hin deverên Rojavayê Kurdistanê kiribû.

Frokeyên şer ên Tirkîyeyê duh bi şev, 29 xalên Herêma Kurdistan û Rojava bombebaran kiribûn. Hatibû ragihandin ku li Rojava xalên ku bûne armanca êrişa frokeyên Tirkîyeyê, navendên enerjîyê yên wek neft, gaz û elektrîkê bûne.

Rêvebiriya Xweser a Rojava di derbarê êrîşên Tirkîyeyê de vê daxuyaniya belav kir.

“Em weke Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin ku em van êrîşên ku aborîya Rojava têk dibin û êş û azarên mirovî zêde dikin bi tevahî şermezar dikin û diyar dikin ku êrîşen wiha bandora xwe ya neyînî tenê ne li ser herêma me, her wiha li tevahiya herêmê jî dikin. Ew ên ku bertekên xwe yên neyînî li ser hemû herêmê disepînin, di heman demê de beşek ji zincîra qirkirinê ne. Ev êriş xebatên têkoşîna li dijî terorê asteng dikin û dibin sedem ku di hemû astan de pirsgirêk kûrtir bibin. Em bang li hemû hêzên ku dixwazin li herêmê aramiyê pêk bînin û biparêzin û di şerê li dijî DAIŞ û terorê de çalak in dikin ku li hember van bêhiqûqiyên dewleta Tirk a dagirker tedbîrên pêwîst bigirin. Her wiha em bang li Ewropayê jî dikin ku di derbarê van êrîşan de bi lez dest bi lêkolînê bikin."