???????Nûnerên Rêveberiya Xweser bi Rêxistina Pistgiriya Kurdistanê ya Norwêcê re civiyan
PeyamaKurd – Nûnerên Rêveberiya Xweser, bi Rêxistina Piştgiriya Kurdistanê ya Norwêcê re civiyan û di civînê de êrîş û gefên Tirkiyê hatin gotûbêjkirin.
Li gor zanyariyan, êrîş û gefên Tirkiyê, hedefgirtina sivîlan û planên wê yên guhertina demografiya herêmê rojeva hevdîtinê bûn.
Herwiha peymana di navbera Fînlandiya, Swêd û Tirkiyê ya li dijî gelê Kurd hatibû îmzekirin jî, bû mijara civînê.
Hat zanîn ku şandeya Norwecî nerazîbûna xwe li hemberî vê peymanê nîşan da û piştgiriya xwe bi Rêveberiya Xweser re teqez kir.
Hevseroka rêxistinê Stena Berents ya Swêdî jî destnîşan kir, ew ji ber peymanê şerm dike û got: “Em hewl didin fişarê li Hikumeta Swêdê bikin, da ku li ser hesabê Kurdan û doza wan tawîzan nede Tirkiyê.”
Herî dawî hevseroka şandeyê got, ew ê di çarçoveya piştgiriya Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûrî de, karê xwe dewam bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin