Hikûmeta Qazaxistanê îstifa kir: Serokwezîrê demkî hat diyarkirin

05 February 2024 19:56 0 dîtin
Hikûmeta Qazaxistanê îstifa kir: Serokwezîrê demkî hat diyarkirin

PeyamaKurd – Serokomarê Qazaxistanê Qasim Comert Tokayev, biryara karvekêşana hikûmeta welatê xwe di çarçoveya xala 70êmîn a destûrê îmze kir.

Hate ragihandin ku wê heta hikûmeta nû bê avakirin, cîgirê serokwezîr Roman Sklyar, bibe serokwezîrê demkî yê Qazaxistanê.

Serokomariya Qazaxistanê ragihandiye ku dê 7ê Sibatê bi seroktiya Serokomar Tokayev civîna berfirehkirî ya hikûmetê bê lidarxistin û tê de, encamên geşepêdana 2023yan a welat û armancên pêşerojê bên gotûbêjkirin.