Serokwezîrê Sirbistanê îstifa kir

28 January 2025 15:01 0 dîtin
Serokwezîrê Sirbistanê îstifa kir

PeyamaKurd – Piştî qezaya trêna Novî Sadê ya 1ê Mijdara 2024an ku 15 kes mirin, xwendekaran li seranserê Sirbistanê dijî hikûmetê xwepêşandan dikirin. 

Serokwezîrê Sirbistanê Mîlos Vuçevîç ji ber van protestoyên nerazîbûnê îro îstifaya xwe ragihand bang li aramî û diyalogê kir. 

Xwendekaran daxwaz dikir ku berpirsyar bên cezakirin. Serokkomarê Sirbistanê Mîlos Vuçevîç daxwaz qebûl kir û pêşniyaza guherîna hikûmetê kir.