Cotkarên Efrînê: Hilberîna me kêm bûye, kes pistgiriyê nade
PeyamaKurd – Cotkarên bajarê Efrînê yê Rojava dibêjin ku îsal hilberîna zebeş gelekî kêm bûye û hêvî dikin ku Rêveberiya Xweser alîkariya wan bike.
Hilberîna zebeşên îsal ên li gundê Cemele yê bajarê Efrînê ne li gorî hêviyên cotkarên herêmê; Cotkar dibêjin ku rayedarên pêwendîdar ên Rêveberiya Xweser a Rojava piştgiriyê nadin wan.
Yek ji cotkarên gund Mistefa Hemu jî got, "Îsal rêjeya baranê têra xwe kir. Lê rayedarên herêmê destê alîkariyê nedan me û ev jî bû sedem ku hilberîna zebeşê li gorî par kêm bibe."
Cotkar her wiha gazinan ji zehmetiyên peydakirina dermanan dikin û bang li sazî û rayedarên pêwendîdar dikin ku piştgiriyê bidin sektora çandiniyê û cotkarên herêmê.
Cotkar Abdu Omrî jî diyar kir ku îsal ji ber barana zêde û kêzikan zerareke mezin dîtine zeviyên wî û wiha got: "Ji ber vê yekê em neçar man ku derman û pêdiviyên din bikirin. Kes alîkariya me nake. Em ji rayedarên herêmê alîkariyê dixwazin."
Li Efrînê her sal berhemên çandiniyê yên cuda tên çandin. Beriya sala 2018an berhemên curbecur ji herêmê bo parêzgehên Sûriyê dihatin hinardekirin, piştî dagîrkirina bajêr, hilberîna çandiniyê gelekî kêm bû û cotkar jî piştgirî nedan.
Komên çekdar ên ku Efrînê dagîr kirine her roj astengiyên cuda li pêşiya karê cotkaran derdixin û bi berdewamî bac ji wan distînin. Ev rewş cotkaran neçar dike ku dev ji hilberînê berdin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin