Komên çekdar bacên nû li cotkarên Efrînê disepînin

02 September 2024 14:11 0 dîtin
Komên çekdar bacên nû li cotkarên Efrînê disepînin

PeyamaKurd - Komên çekdar ên girêdayî artêşa Tirk, li Efrînê bacên nû li ser xelkê hejmarek gundên Efrînê disepînin.

Çend jêderan ragihandin ku çekdarên koma El-Emşat ku yek ji komên girêdayî artêşa tirk e, li gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta, baca 200 dolarên Amerîkî li kesên ku di xaniyên xizmên xwe yên koçber de ne ferz kirine.

Jêderan dane zanîn ku komên çekdar li ser xelkê gundên Kaxirê, Anqelê, Senarê û Hêkiçê yên navçeya Cindirêsê jî, bo her dareke zeytûnê 8 dolar ferz kirine.

Amaje bi wê yekê jî hate kirin ku çekdarên Emşatê, li ser xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan jî baca 2 hezar û 500 dolarî sepandine.

Ji 6 salan zêdetir e herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirk û komên çekdar ên girêdayî wê ve dagirîkirî ye û heta niha li Efrînê zêdetirî 9 hezar kes hatine revandin ku çarenûsa beşek ji wan kesan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, komên çekdar, bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin ku dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin, skence li wan dikin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.