Hikûmeta hevpeymaniyê hat damezrandin: Ulf Kristersson bû serokwezîrê nû yê Swêdê

17 October 2022 20:56 0 dîtin
Hikûmeta hevpeymaniyê hat damezrandin: Ulf Kristersson bû serokwezîrê nû yê Swêdê

PeyamaKurd – Piştî hilbijartinên giştî yên Swêdê ku 5 Kurd jî wekî parlamenter hatine hilbijartin, hikûmeta hevpeymanî hat damezrandin.

Hikûmeta ku ji partiyên Muhafezekarên Nermrê, (M), Partiya Lîberal (L) û Partiya Demokrata Xrîstiyan pêk tê ji parlamentoyê bawerî wergirt û dest bi kar kir.

Herwiha wekî Serokwezîrê Swêdê jî Ulf Kristersson hat hilbijartin ku hikûmeta wî li beramber 173 dengên ‘Nexêr’ bi 176 dengên ‘Belê’ bawerî stand.

Tê çaverêkirin Kristersson sibe 18ê Cotmehê kabîneya xwe eşkere bike û ji raya giştî re ragihîne.

Hêjayî gotinê ye, di hilbijartinên dawî de 5 welatiyên Kurd jî bûn endamê Parlamentoya Swêd ku navên wan wiha ne: Li Swêd ji nav 15 namzedên Kurd ji Partiya Demokrat Sara Seple, ji Partiya Sosyal Demokrat Kadir Kasirga, Lawên Rêdar û Serkan Kose û ji Partiya Lîberal jî Gulan Avci hatibûn hilbijartin.