PDK: Ji bo damezrandina hikûmeta nû vetoya me li ser ti aliyekî nîne
PeyamaKurd – Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) roja 26ê Cotmehê bi serokatiya Serokê PDKê Mesûd Barzanî civîneke berfireh lidar xist û di derbarê encamên civînê de, daxuyaniyek hat belavkirin.
Komîta Navendî ya PDKê di daxuyaniya xwe de, derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de ragihand, “Proseya hilbijartinan ku di 20ê Cotmeha 2024ê de birêve çû, di çend qonaxan de derbas bû, destpêkê bi derxistina biryaran û diyarkirina yasa û rêbazan dest pê kir. Helwesta PDKê ji destpêkê ve zelal û şefaf bû” û tekezî li ser wê yekê kir “pêwîst e hilbijartinan ji bo zêdekirina pêşkeftin û aramiyê li Herêmê, bê destwerdanek pêşwext û bi awayekî yasayî, azad û dadwerane birêve biçe.”
PDKê destnîşan kir: “Serok Barzanî û Polîtburoya PDKê berê jî tekez kiribûn, ji bo parastina berjewendiyên bilind ên neteweyî û niştimanî û parastina qewareya destûrî ya Herêmê, vetoya partîya me li ser ti kes û aliyekî nîne, ji bo damezrandina kabîneya nû ya Herêma Kurdistanê.”
Di daxuyaniyê de hat gotin: “Serok Mesûd Barzanî û serkirdayetiya PDKê spasiyên xwe pêşkêşî cemawerê berxwedêr ên Kurdistanê bi giştî û hemû sazî, berpirs, kadro, endam, kesayet û alîgirên PDKê dikin. Herwiha spasiya saziyên hikûmetê, hêzên Pêşmerge û dezgehên ewlekarî kirin ku bi dilsozî û jêhatîbûna xwe beşdarî proseya hilbijartinan bûne û reftarên şaristanî çi di dema helmeta hilbijartinan de û çi di dema dengdana 20ê Cotmeha 2024ê de nîşan dan.”
Hate destnîşankirin, di civînê de serkeftina proseya hilbijartinan, bi serkeftina demokrasiyê li Kurdistanê hatiye zanîn û tê de hat gotin ku “PDK niha li benda ragihandina encamên dawî yên hilbijartinan e, ji bo ku derbasî qonaxa piştî hilbijartinan bibe.”
Li ser peywendiyên PDKê di daxuyaniyê de hat ragihandin, “PDK tekezî li ser peywendiyên herêmî, Iraqî û herêmî dike û PDK ji bo parastina berjewendiyên Kurdistanê û rêzgirtina li serweriya welatên cîran, pêngav avêtine.”
Herwiha hate diyarkirin, “Di civînê de mijarên pêwîst ên girêdayî qonaxa piştî pesendkirina encamên hilbijartinê û rêkarên yasayî yên pêwîst ji bo avakirina Encûmena Wezîran û saziyên rewa yên Herêmê hatin gotûbêjkirin.”
Dawiyê jî hate gotin, “giringtirîn tişt ji bo PDKê di vê qonaxê de, parastina qewareya Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke yekgirtî û giştgîr e û herwiha parastina maf û azadiyên gelê Kurdistanê û xizmetkirina. Welatiyan e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin