Îsraîl berî serdana Biden mafên 5 hezar û 500 Filîstîniyan dide

13 July 2022 15:00 0 dîtin
Îsraîl berî serdana Biden mafên 5 hezar û 500 Filîstîniyan dide

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Benny Gantz, beriya serdana Serokê Amerîka Joe Biden a Îsraîlê û Rojhilata Navîn, dayîna mafên 5 hezar û 500 filîstîniyan pesend kir.

Herwiha berpirsê operasyonên nav axa Filîstînê yê Îsraîlê Gassan Alyan jî li ser navê rêveberiya Îsraîlê derbarê statuya yasayî bo filîstînîyan da daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê ji bo 5 hezar û 500 kesên di nifûsa Filîstînê de statuya wan nîne, hemwelatîbûna wan bê qebûlkirin û hejmara kotaya karkerên fîlîstînî yên destûra wan bo kar ligel Îsraîlê bê dayîn jî hezar û 500 kes tê zêdekirin û biryar hatiye dayîn ew hejmara karkeran bibe 15 hezar û 500 kes.

Gantz herwiha vekirina deriyekî derbasbûnê bi navê Salîm li Şeraya Rojava jî pesend kir.

Biryara Serokê Amerîka Joe Biden, di navbera 13-16ê Tîrmehê de, serdana Îsraîl, Şeraya Rojava, Erebistana Siûdî û çend welatên din ên Rojhilata Navîn bike.