Joe Biden wê serdana Îsraîl û Urdunê bike

17 October 2023 11:11 0 dîtin
Joe Biden wê serdana Îsraîl û Urdunê bike

PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden wê roja Çarşemê serdana Îsraîlê bike. Piştî serdana xwe ya Îsraîlê wê biçe Urdinê û bi Serokê Filistînê Mahmûd Abbas re hevdîtinê bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîneke çapemeniyê de li Tel Avîvê ragihand, Biden wê roja Çarşemê serdana Îsraîlê bike.

Blinken diyar kir, Biden wê "di demeke krîtîk de ji bo Îsraîl, herêm û cîhanê" biçe vî welatî û got, "Amerîka wê li hemberî êrîşên Hamasê peyama piştgiriyê bide Îsraîlê."

Blinken destnîşan kir, Biden wê peyama xwe ji aktorên sêyemîn re dubare bike ku dibe ku dixwazin ji qeyrana heyî sûd werbigirin û êrîşî Îsraîlê bikin da ku vê yekê nekin.

Blinken amaje bi wê yekê jî kir, Biden wê ji bo azadkirina dîlên di destê Hamasê de bi Îsraîlê re di nava hemahengiyekê de be û diyar kir, Serokê Amerîkayê wê di çarçoveya serdana xwe de derbarê armanc û stratejiya şer a Îsraîlê de jî agahdariyeke berfireh werbigire.

"Biden dê li Urdunê bi Mehmûd Ebas re bicive"

Piştî serdana xwe ya Îsraîlê roja Çarşemê 18ê Cotmehê, Serokê Amerîkayê Joe Biden dê biçe Urdinê û ligel Şah Ebdullahê Duyem, Serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û Serokê Felestînê Mehmûd Ebas bicive.

Berdevka Qesra Spî Karine Jean-Pierre di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir, Biden wê roja Çarşemê biçe Îsraîlê û li hemberî êrîşên Hamasê piştgiriya xwe ji Îsraîlê re nîşan bide û li ser gavên pêş me bişêwire.