Serdana krîtîk a Amerîkayê ya Îsraîlê: ‘Ew nav’ wê bi Netanyahu re hevdîtinê bike!

31 December 2022 15:00 0 dîtin
Serdana krîtîk a Amerîkayê ya Îsraîlê: ‘Ew nav’ wê bi Netanyahu re hevdîtinê bike!

PeyamaKurd Tê îdiakirin ku rêveberiya Joe Biden plan dike di nîvê meha Çile de Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî Jake Sullivan bişîne Îsraîlê, da ku bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re li ser polîtîkayên hukûmeta nû biaxive.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî Sullivan di serdana xwe ya Îsraîlê de wê bi Netanyahu re û bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Tzachi Hanegbi re jî bicive. Herwiha tê gotin, îhtimala hevdîtina bi Wezîrê Karên Stratejîk ê Îsraîlê Ron Dermerê ku nêzî Netanyahu jî heye.

Herwiha tê îdiakirin, piştî serdana Sullivan dibe ku Wezîrê Karên Derve Antony Blinken sefera Îsraîlê bike.

Hat gotin, di hevdîtinê de tê îdiakirin di rojeva Şerîeya Rojava de cih digire, ji bilî vê mijarê, 2 mijarên girîng ên wekî rawestandina bernameya nukleerî ya Îranê û normalîzekirina bi Erebistana Siûdî re jî bên gotûbêjkirin.