Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê serdana Amerîkayê kir

04 June 2021 12:02 0 dîtin
Wezîrê Berevanîyê yê Îsraîlê serdana Amerîkayê kir

PeyamaKurd –  Li Washingtonê, Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Benny Gantz û Wezîrê Karên Derve Antony Blinken civiyan. Her du wezîran berî civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Blinken diyar kir, ew hefteyeke berê li Îsraîlê bi Gantz re civiya ye û da zanîn, ew bi serdana Gantz kêfxweş e. Herwiha eşkere kir, Amerîka piştgiriya ewlekarîya Îsraîlê dike, û got ku ew dixwazin bi karbidestên wî welatî re ser jinûveavakirina Gaza, arîkarîya mirovî ya Filistînîyan biaxifin.

Benny Gantz jî di axaftina xwe de bal kişand ser piştgiriya Amerîka ya ji bo Îsraîlê û diyar kir, alîkariya Serok Joe Biden û Blinken bo wan girîng bûne. Gantz eşkere kir, ji bo wan jî îstiqrar û aramîya Gaza mijara sereke ye dîyar kir kur ew dixwazin ku li wir ewlekarî zêdetir be û lêkirina avahîyan jî berfirehtir bibe.

Wezîrê Berevanî yê Îsraîlê Gantz, bi Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî yê Qesra Spî Jake Sullivan re jî civiya.Qesra Spî got, Gantz û Sullivan ser bûyerên dawî yên li hêrêmê axifîne.

Her du wezîran bal kişandine ser îstiqrar, aştî û aramiya herêmê. Li gor daxuyaniyê, her du wezîran ser ‘‘helwesta Îranê ya êrîşkar’’ jî fikarên xwe ragihandine û dîyar kirine ku ew ê têkoşîna xwe ya li dijî gefan bidomînin.

Gantz piştî wan hevdîtinan derbasî Pentagonê bû û bi Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin re civiya bû.