"Îsraîlê nehist Abbas serdana Xezzeyê bike"

23 August 2024 08:28 0 dîtin
"Îsraîlê nehist Abbas serdana Xezzeyê bike"

PeyamaKurd – Wezîrê Karên Derve yê Filistînê Riyad El Malikî diyar kir ku Îsraîl rê nedaye Serokê Filistînê Abbas ku serdana Xezzeyê bike.

Wezîrê Derve yê Filistînê Riyad El Malikî ji Sputnikê re ragihand ku Îsraîlê rê nedaye Serokê Filistînê Mehmûd Ebas serdana Xezzeyê bike û ev yek jî rastiya ku Îsraîl herêm dagîr kiriye piştrast dike.

El Malikî wiha got:

"Me destûr nexwest. Me ragihand ku Serokomar wê biçe Xezzeyê. Piştre ji Îsraîlê bertek hat û diyar kir ku ew ê nehêlin Mahmûd Abbas bikeve Xezzeyê. Ev tê wê wateyê ku Xezze di bin dagirkeriya artêşa Îsraîlê de ye. Lê belê em ê destûrê ji dagirkerên Îsraîlî nexwazin ku Serokê Filistînê serdana ti beşekî ji axa Filistînê bike. Ev eşkere ye."

"Wî ji berê ve dizanibû ku Îsraîl rê nade ew biçe Xezzeyê."

Malikî bal kişand ser vê yekê ku rayedarên Filistînî tevî rastiya dagirkeriyê vê rewşê qebûl nakin: “Ebbas ji berê de dizanibû ku Îsraîl nahêle ew biçe Xezzeyê. Ji ber vê sedemê ji Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî daxwaza piştgirî û garantîkirina ewlehiyê kir da ku Îsraîl nehêle derbasî Xezzeyê bibe."

Serokê Filistînê Abbas daxuyand ku ew ê di 15ê Tebaxê de serdana Xezzeyê bike.

Malpera Walla berê jî li ser bingeha çavkaniyên xwe îdia kiribû ku Encûmena Niştimanî ya Filistînê ji rayedarên Îsraîlê destûr xwestiye ku Serok Mehmûd Ebbas serdana Xezzeyê bike.