Serdana Joe Biden a Rojhilata Navîn ji Îsraîlê dest pê kir
PeyamaKurd - Serokê Amerîka Joe Biden îro Çarşemê gihîşt balafirgeha Ben Gurion a Îsraîlê û gera xwe ya Rojhilata Navîn da destpêkirin. Joe Biden, piştî serdana Îsraîlê jî wê berê xwe bide Erebistana Siûdî.
Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog û Serokwezîr Yaîr Lapîd li balafirgeha Ben Gurion pêşwazî li Serokê Amerîka Joe Biden kirin.
Serokê Amerîka wê îro bi berpirsên Îsraîlî re bicive, di hewlekê de ji bo berfirehkirina hevkariya li dijî Îranê. Tê çaverêkirin ku ew agahdariyan li ser Iron Dome û pergalên parastina hewayî yên Îsraîlê werbigire.
Wê roja Înê jî Biden li Beytlehmê bi Serokê Rêveberiya Xweser a Filistînê Mehmûd Ebas re bicive.
Pêwendiyên di navbera Washington û Filistîniyan de, di dema Biden de baştir bûne, piştî ku di dema serokê berê Donald Trump de ku piştgirê hişk ê Îsraîlê bû, daketibû asta herî kêm.
Çav li rê ye Biden roja Înê bi “Air Force One” bi awayekî rasterast bifire Jeddah ku dibe yekem geşta rasterast a navbera Îsraîl û Erebistana Siûdî ku heta niha dewleta Îsraîlê nas nekiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin