Jake Sullivan: Wê Hamas ti carê li Rojhilata Navîn ji Îsraîlê re nebe tehdîd

12 December 2024 23:41 0 dîtin
Jake Sullivan: Wê Hamas ti carê li Rojhilata Navîn ji Îsraîlê re nebe tehdîd

PeyamaKurd – Şêwirmendê ewlehiya netewî yê DYAyê Jake Sullivan ragihand ku li Rojhilata Navîn mêzêna hêzan guheriye û wê Hamas ti carê ji bo Îsraîlê nebe tehdîd.

Jake Sullivan di roja 12.12.2024 de roja Pêncşemê ragihand ku li ser mijara Xezzayê gelek nêzin ku bigihên peymanekî û peyman ya agirbesê, rizgarkirina rehîneyan û kirina alîkariya mirovî ya ji bo Xezzayê ye. Sullivan got ku ji bo guhertina rehîneyan nêzîke ku permanekî îmza bikin û weha dewam kir:

“Ji bo em pêş de herin em ê bilez xebata xwe dewam bikin. Li Xezayê ji bo em bigihên peymanekî, ji bo rehîneyan serbest berdin, mijara rehîneyan bû mijarekî lezgîn. Ji bo peymanê em pêngava dawî bavêjin, ez ê herim Doha û Qahîre.”

Sullivan got ku wê Hamas ti carê ji bo Îsraîlê nebe tehdîd û weha dewam kir:

“Ji êrîşên 7ê Cotmeha 2023an yên Hamasê ku kiribû ser Îsraîlê û heya niha, Îsraîl bû dewleta herî xwurt ya Rojhilata Navîn, Îran û hevkarên wê bûn dewletên herî qels.”