Jake Sullivan serdana Rojhilata Navîn dike

18 May 2024 15:57 0 dîtin
Jake Sullivan serdana Rojhilata Navîn dike

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan wê îro serdana Rojhilata Navîn bike û rewşa dawî ya herêmê û hewlên agirbesta li Xezzeyê gotûbêj bike.

Şêwirmendê Ragihandina Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Sullivan wê îro (18.05.2024) serdana Erebistana Siûdî û roja Yekşemê 19ê Gulanê jî serdana Îsraîlê bike.

Kirby diyar kir ku Sullivan di serdana xwe de wê bi hempîşeyên xwe re derbarê rewşa dawî ya X         ezzeyê û pêvajoya agirbestê de bicive, Kirby diyar kir ku ew ê li Erebîstana Siûdî bi Welîehd Mihemed Bin Selman re û li Îsraîlê jî bi Serokwezîr Benjamin Netanyahu re bicive.

Li gorî daxuyaniya John Kirby, tê çaverêkirin ku di hevdîtinan de têkiliyên Amerîkayê yên bi Erebistana Siûdî û Îsraîlê re bi berfirehî bên gotûbêjkirin.

Hat diyarkirin ku ev serdanên Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Amerîkayê Sullivan ji bo piştgiriyê bidin xebatên agirbesta li Xezzeyê, bi armanca ku tevkariyê li çareseriya aştiyane ya geşedanên li herêmê bikin.