Ji Japonya pêngava Rojhilata Navîn: Kisida serdana 3 welatan dike...

16 July 2023 16:39 0 dîtin
Ji Japonya pêngava Rojhilata Navîn: Kisida serdana 3 welatan dike...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonyayê Kişida Fumio, dê ji bo dîplomasiya dabînkirina enerjiyê serdana welatên Îmarata Erebî, Erebistana Siûdî û Qeterê bike.

Hate ragihandin ku Serokwezîrê Japonya Fumio ji bo dabînkirina berhemên enerjiyê yên petrol û gazê ku ji sedî 90 ji Rojhilata Navîn hawirde dike, bi mebesta dîplomasiya enerjiyê vê serdanê dike.

Dê Kişida Fumio bi dorê serdana Siûdî, Îmarat û Qeterê bike û bi serokên wan welatan re hevdîtinan pêk bîne.

Li gorî medya Japonî biryar e Kişida pêşniyaza muzakereyên di navbera Japonya û Encûmena Hevkariya Kendavê de bike.

Kişida li paytext Tokyo beriya serdanê ragihandiye ku serdana wan 3 welatan ji bo ewlehiya enerjiyê xwedî girîngiyeke mezin e.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di asta serokwezîr de serdana dawî bo Rojhilata Navîn Çileya 2020an ji aliyê Serokwezîr Şînzo Abe ve bo Siûdî, Îmarat û Emanê hatibû kirin.