Japonya kestiya ser û balafiran disîne Rojhilata Navîn

10 January 2020 18:28 0 dîtin
Japonya kestiya ser û balafiran disîne Rojhilata Navîn

PeyamaKurd - Wezîrê Berevanîya Japonê Taro Kono ragihand ku ew dê hêzeke zêdetir ya bo berevanîya Japonê  bişînîn Rojhilata Navîn.

Wezîrê Berevanîya Japonê Taro Kono ragihand ku ji bo parastina keştiyên bazirganî û berhemên Japonê ew dê keştiyeke şer û tê de jî balafirên şer bişînin Rojhilata Navîn.

Taro Kono got ku ew di destpêka meha pêşiya me de keştiya leşkerî dişînin herêmê û diyar kir, hêzên Japonî di deryayê de, çek û şîyanên xwe yên leşkerî ji bo bersivdana her gefekê bikar tînin û erkên wan parastina keştiyên bazirganî yên Japonê ye.