Hefta bê sêwrimendê ewlehiya netewî yê DYA Jake Sullivan seredana Çînê dike
PeyamaKurd – Berdevkê konseya ewlehiyê yê Koşka Sipî Sean Savett ragihand ku wê şêwirmendê ewlehiya netewî yê DYAyê Jake Sullivan di 27-29ê Tebaxê de seredana Pekinê bike û wê bi wezîrê karên derve û hem serokê komisyona karên derve yê Partiya Komunist bi Vang Yi re hevdîtin bike. Berdevk Savett got:
“Ji bo rêvebirina têkiliyan ya bi berpirsiyarî, divê rêyên danûstendinê vekirî bin û hinek mijarên din dê babetên axaftina wan bin.”
Berdevkê wezareta karên derve ya Çînê Mao Ning jî daxwuyaniya nivîskî da, plana seredana Sullivan piştrast kir û got ku wê ev seredan bibe gera nûh ji bo diyaloga streatejîk ya navbera DYA û Çînê.
Cara dawiyê şêwirmenda ewlehiyê ya netewî ya DYAyê Susan Rice, di sala 2016an de seredana Pekinê kiribû.
Sullivan, berê bi Vang re di sala 2021an de li Zurihê, di sala 2022an de li Romayê, di sala 2023an de li Viyanayê, di sala 2024an de li Bankongê bi temamî 4 caran rû bi rû hev dîtibûn.
Çapemeniya DYAyê radigihîne ku çavkaniyên Koşka Sipî gotine, dê di hevdîtinê de ji bo ber li karê qaçax yê fenatîlê bigrin û her weha wê li ser dahatûya Taywanê biaxifin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin