Stoltenberg: Rûsya ji bo ewlehiya navnetewî gefeke mezin e!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, derbarê Rapora 2022yan a NATOyê de daxuyanî da.
Stoltenberg kêfxweşiya xwe ya bo piştevaniya Tirkiyê ya endamtiya NATO ya Fînlandayê anî ziman û bal kişand ser ku, wan tedbîrên xwe yên leşkerî ji piştî ketina Rûsya ya Ukraynayê ve ji Derya Baltikê heta Derya Reş zêde kirine.
Sekreterê Giştî yê NATOyê got: "Rûsya ji bo ewlekariya navnetewî gefeke mezin çêdike” û diyar kir, hevpeymanên NATOyê xercîneyên xwe yên leşkerî di sala 2022yan de ji sedî 2.2 zêde kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin