Zelenskiy: Rûsya, li ser ewlehiya nukleerê gefeke mezin e
PeyamaKurd-Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimîr Zelenskiy, bala raya giştî kişand ser hêza nukleerê ya Rûsyayê û got, “Mafê tu kesî tuneye ku li ser çekên nukleerê gef li cîhanê bixwe û şantajê bike.”
Vladimîr Zelenskiy, li Kievê bi Serokê Saziya Enerjiya Atomê ya Navneteweyî Raael Grossi re civînek kir. Piştî civînê, bi awayekî hevpar daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Zelenskiy di daxuyaniyê de bal kişand ser gefên Rûsyayê û got ku Rûsya li ser çekên nukleerê gefeke mezin e û divê qada navneteweyî bi piştgiriyeke xurt li dijî vê gefê derkeve. Rafael Grossi jî bal kişand ser Çernobîlê û da zanîn ku rewşa Çernobîlê gelek xeter e û ji bo santrala ku xesar dîtiye, pêşniyaza alîkariya temîrkirinê li Zelenskiy kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin