Senatorê Amerîkî: Tirkiye li ser ewlehiya navnetewî gefeke cidî çêdike!
PeyamaKurd – Senatorê Amerîkayê yê Serokê Partiya Demokrat Chuck Schumer, tirkiye wekî welatekî ‘êrîşkar’ bi nav kir û got, ji bo ewlehiya navnetewî ‘gefeke cidî’ ye.
Schumer, li ser aloziya li Deryaya Spî û hewldanên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn destnîşan kir ku Tirkiye gefeke cidî ji bo ewlehiya navnetewî çêdike û divê bersiva êrîşkariya wê bê dayîn.
Herwiha senatorê Amerîkî diyar kir, hizra ku divê Amerîka baweriyê bi Tirkiyeyê bîne ne tenê xeter e herwiha gefê li ser hevpeymaniyên Amerîkayê jî çêdike.
Schumer got ku divê Amerîka û civaka navdewletî hewldanên dîplomatîk li ser tawanên bi destê Tirkiyeyê hatine kirin, bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin