Senatorê Amerîkî: Em ji helwesta Tirkiyeyê, aciz in

22 August 2022 16:03 0 dîtin
Senatorê Amerîkî: Em ji helwesta Tirkiyeyê, aciz in

PeyamaKurd- Serokê Komîsyona Pêwendiyên Derve yê Senatoya Amerîkayê Bob Menendez, li ser kirîna pakêta duyemîn a balafirên şer a Tirkiyeyê axivî. Menendez di vê mijarê de rayedarên Tirkiyeyê rexne kirin û ew hişyar kir ku wekî hevpeymanekî NATOyê tevbigerin.

Bob Menendez, bi rêya daxuyaniya ku da medyaya Yunanîstanê, rexne li kirîna S-400an a Tirkiyeyê ya cara duyemîn girt û got,

“Em ji kirîna paketa duyemîn a S-400an a ji aliyê Tirkiyeyê ve aciz in. Divê Tirkiye wekî hevpeymanekî NATOyê tevbigere.”

 Senatorê navdar Menendez bi berdewamî da zanîn ku ew ê li dijî firotina balafirên F-16 ên ji bo Tirkiyeyê derkeve ku Serokê Amerîkayê, firotina wan ji bo Tirkiyeyê erê kiribû.

Rexne li Erdogan kirin

Menendez di axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta Tirkiyeyê û got,

“Em nikarin rewşa Tirkiyeyê di bin rêveberiya Erdogan de nebînin. Pêvajoya demokrasiya Tirkiyeyê, bi awayekî berbiçav heliya. Di demekê de ku dagirkeriya Rusyayê li Ukraynayê berdewam e de derfet heye hikûmeta Tirkiyeyê dilsoziya xwe ya li hember NATOyê û prensîb û nirxên hevpar nîşan bide.”

Her wiha sekina rayedarên Tirkiyeyê ya li dijî endamtiya Swêd û Finlandiyayê jî li aliyê Menendez ve hat nirxandin û ev şîrove hat kirin:

“Divê Tirkiye wekî hevpeymanekî NATOyê tevbigere û şêwaza xwe ya astengkirina endamtiya Swêd û Finlandê biguherîne. Ez hêvî dikim ku berpirsiyariyên xwe yên di çarçoveya NATOyê de bi cih bîne û bibe hevpeymanekî erênî.”