NATO: Çîn bi pistevaniya Rûsyayê gefê ji bo ewlehiya me çêdike
PeyamaKurd - Alîkarê Sekreterê Giştî yê NATOyê Mircea Geoana di civîna salvegera 75emîn a Hevpeymana NATOyê de, şerê li Ukrayna û Xezeyê berdewam dike nirxand û li ser helwesta Çînê got, NATO Çînê wek welatekî ku rasterast piştgiriyê dide Rûsyayê li Ukraynayê dibîne.
Geoana diyar kir, “Çîn şirîkê Rûsyayê ye. Ya rast ev e ku êrîşkariya Çînê ku şerê Rûsyayê li Ukraynayê gur dike heye. Ev tê wateya ku Çîn ji bo ewlehiya me xeter e.”
Geona ev daxuyanî piştî danezana dawî ya ku ji aliyê 32 lîderên NATOyê ve hat îmzekirin û tê de yekem car bi awayekî vekirî piştgiriya Çînê ya Rûsyayê hate eşkerekirin, da ku Pekîn bi awayekî zelal weke gefeke ewlehiyê hate nirxandin.
Li aliyê din Çîn red dike ku alîkariya leşkerî dide Rûsyayê û dibêje, ew tenê hevkariya bazirganî bi Moskowê re dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin