Stoltenberg hisyarî da Rûsyayê:  NATO ji bo beralîkirina gefên nukleerî jî heye!

11 October 2022 21:20 0 dîtin
Stoltenberg hisyarî da Rûsyayê:  NATO ji bo beralîkirina gefên nukleerî jî heye!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser gefên bikaranîna çekên nukleerî yên Rûsyayê bo Ukraynayê, hişyarî da û got, Rûsya jî dizane ku serkeftiyê şerê nukleerî nabe.

Stoltenberg beriya civîna sibe 12ê Cotmehê ya wezîrên berevaniyê yên welatên endamên NATOyê di civîneke rojnamevanî de got ku heger Rûsya çeka nukleerî ya herî kêm jî bikar bîne, wê encamên wê hebûn û destnîşan kir, “NATO ji bo beralîkirina gefên çekên nukleerî jî heye.”

Herwiha Stoltenberg da zanîn, Pûtîn di şerê Ukraynayê de winda dike û loma jî ketiye nav hewldanên îlhakê, ragihandina seferberiya qismî û gefên nukleerî yên neberpirsiyarane.

Sekreterê Giştî yê NATOyê car din anî ziman ku ew dê alîkariya Ukraynayê bidomînin û ragihand, Ukraynayê di şer de serkeftinên cidî bi dest anîne.