Îdiaya Rûsyayê ya NATOyê bal kisand! Wê êrîsek çêbibe?

31 December 2024 10:33 0 dîtin
Îdiaya Rûsyayê ya NATOyê bal kisand! Wê êrîsek çêbibe?

PeyamaKurd – Rayedarekî payebilind ê NATOyê amaje bi wê yekê kir ku îhtimaleke mezin heye ku Rûsya êrîşeke ne konvansiyonel li dijî welatên NATOyê pêk bîne.

Dîplomatê Kanadayî James Appathurai, ku berpirsiyarê şerê hîbrid û sîber li NATO ye, got ku 32 welatên endamên hevalbendiyê ji ber êrîşên muhtemel ên hîbrîd ên Rûsyayê li Ewropa, Dewletên Yekbûyî û Kanadayê jixwe di moda "beqê kelandî" de ne.

Wî bal kişand ser wê yekê ku ji dema ku Rûsya di Sibata 2022an de dest bi êrişa xwe ya berfireh li ser Ukraynayê kir, kiryarên wek qutkirina kabloyên li ser binê deryayê, sabotekirina avahiyan û danîna alavên şewitandinê li ser balafirên kargo zêde bûne.

Apathurai got, “Em bê guman dikarin bi dehan bijmêrin. Bê guman heya 100î. Lê gelek komployên têkçûyî hene.”

Apathurai, ku li ser stratejiya şerê hevbendî ya NATOyê dixebite, diyar kir ku êrîşek ne konvansiyonel a Rûsyayê ku dikare bibe sedema wendahiyên girîng îhtîmalek rastîn e. Apathurai destnîşan kir ku hêjmara êrîşan her ku diçe zêde dibe û gihîştiye asteke ku beriya 5 salan bi tevahî nayê qebûlkirin.