Jake Sullivan bi Netanyahû û Gallant re hevdîtin kir
PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Koşka Spî Jake Sullivan serdana Îsraîlê kir.
Jake Sullivan li Tel Avîvê bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniya Îsraîlê Yoav Gallant re hevdîtin pêk anî.
Hate ragihandin ku di hevdîtinên Sullivan de, şer û pevçûnên li Şerîda Xezzeyê û sînorê Lubnanê hatiye gotûbêjkirin.
Piştî hevdîtinê Gallant ji ber piştevaniya wê spasiya rêveberiya Amerîkayê kir. Di hevdîtinan de, Şêwirmendê Ewlehiya Netewî yê Îsraîlê Tzachi Hanegbi û Kordînatorê Koşka Spî yê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur Brett McGurk jî beşdarî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin