McGurk ji bo serdana Biden a Rojhilata Navîn derbasî Siûdî bû

07 July 2022 20:45 0 dîtin
McGurk ji bo serdana Biden a Rojhilata Navîn derbasî Siûdî bû

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berpirsê Encûmena Ewlehiyê yê Karûbarên Rojhilata Navîn ê Serokê Amerîkayê Brett McGurk beriya serdana Serokê Amerîka Joe Biden ji bo wergirtina tedbîran derbasî Erebistana Siûdî bû.

Li gorî ragihandina Malpera Axios a amerîkî, serdana serokê Amerîka Jeo Biden ku wê ji nû ve têkiliyên bi Erebistana Siûdî re bi rêxistin bike, wek hestiyariya dîplomatîk û siyasî tê nirxandin û biryar e Biden bi Welîehd Prensê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman re bicive.

Herwiha hat diyarkirin, ji bo tedbîrên dawî yên serdanê ku dê 15ê Tîrmehê pêk were,  Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn Brett McGurk derbasî Erebistana Siûdî bûye.

Tê çaverêkirin, Biden piştî serdana Îsraîl û Xezayê, bi balafirê ji Til Avîvê berê xwe bide Cîdeyê.

Di serdanê de, Biden dê bi serokên Erebistana Siûdî, Îmarat, Behreyn, Kuwêt, Qeter, Uman, Misir, Urdin û Iraqê re hevdîtinan bike.

Li gorî Koşka Spî ragihandiye, wê Biden bi rêveberên Siûdî re civîneke dualî li dar bixe û wê başkirina pêwendiyan, pêdiviya Amerîkayê ya bi zêdekirina derxistina petrola Erebistana Siûdî û gavên normalîzekirina pêwendiyênErebistana Siûdî û Îsraîlê werin gotûbêjkirin.