Brett McGurk dibe nûnerê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê Biden

09 January 2021 00:53 0 dîtin
Brett McGurk dibe nûnerê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê Biden

PeyamaKurd – Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden navên kesên ku wê di tîma wî ya ewlekariya netewî de cîh bigrin ragihand. Di nava wan de navê balkêş yê Brett McGurk e ku wê nûnertiya an ku koordînatoriya Rojhilata Navîn û Afrîka Bakûr bike. McGurk di wexta Obama de nûnerê taybet yê li dijî İŞİD ê yê Obama bû.

Ji bilî McGurk kesên dê di tîma Biden de cîh bistînin dê serokê nivîsîngeha konseya ewlehiyê Yohannes Abraham be, koordînatorê mafên mirovan û demokrasiyê Shanthi Kalathil, rêvebirê Rûsya û Asya Navîn wê Kendall-Taylor, rêvebirê îklîm û enerjiyê wê Melanie Nakagawa û rêvebirê karên Awrûpayê dê Amanda Sloat be.