Ser li Rojhilata Navîn mezin dibe! Ji MGKê civînek krîtîk!
PeyamaKurd – Lijneya Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) ji bo operasyonên leşkerî, şerê Îsraîlê yê bi welatên cîran re û zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn di rojên dawîn de dê bicive.
MGK dê di 3ê Cotmeha 2024an de di bin serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de bicive.
Li gorî nûçeya TRTê geşedanên li Rojhilata Navîn wê bibe rojeva sereke ya MGKê. Balkêş dê li ser zêdebûna rageşiya di navbera Îran-Îsraîl û Îsraîl-Lubnan de be. Bandorên muhtemel ên qeyrana herêmê, ku bandora wê gav bi gav berferehtir dibe, li ser Tirkiyeyê dê bi berfirehî bê nîqaşkirin.
MGK wê rewşa dawî ya li Xezzeyê ya piştî qetlîama ku Îsraîl ev salek e dike jî binirxîne. Nexşeya rê û destpêşxeriyên dîplomatîk ên ji bo misogerkirina agirbestê û gihandina alîkariyên mirovî ji bo herêmê wê bên nirxandin.
Têkoşîna li dijî terorê jî mijareke din a ku di Lijneya Ewlehiya Neteweyî de bê nîqaşkirin be.
Di civîna MGKê de Şerê Rûsya û Ûkraynayê, geşedanên li Qibrisê û têkiliyên Azerbaycan-Ermenîstanê jî wê bên rojevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin