Mesrûr Barzanî li Davosê ye: Besdarî panela Nakokiyên Rojhilata Navîn dibe

15 January 2024 18:22 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li Davosê ye: Besdarî panela Nakokiyên Rojhilata Navîn dibe

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro duşemê 15ê Çileyê ji bo beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê bibe, çû Swîsreyê.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, bi hejmarek serokwezîr û berpirsên payebilind ên Rojhilata Navîn, Ewropa û cîhanê re hevdîtinan bike.

Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê ji hejmarek berpirsên hikûmeta Kurdistanê, sermayedar û karsazên Kurdistanê pêk tê ku carda yekem e beşdarî Davosê dibin. Herwiha Mala Kurdî jî bi destpêşxerî û pêşniyara Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê tê vekirin.

Li gorî zanyariyan, wê Serokwezîr Barzanî di hevdîtinên xwe de, mijarên navxweyî, herêmî û cîhanî, pêşxistina pêwendiyên dualî bi taybetî di warên aborî û veberhênanê de gotûbêj bike.

Biryar e Serokwezîr Mesrûr Barzanî beşdarî paneleke li ser nakokiyên li Rojhilata Navîn jî bibe û derbarê mijarê de boçûna xwe bîne ziman.

Serokwezîr Barzanî, di çarçoveya hewlên berdewam ên Herêma Kurdistanê yên ji bo bihêzkirina pêwendiyên ligel welatan û gotûbêjkirina pirsên girêdayî paşeroja Iraq û herêmê beşdarî Forûma DAVOSê dibe.

Forûma DAVOSê îsal bi navê “Avakirina Baweriyê” tê lidarxistin û tê de hejmarek babetên girêdayî enerjî, sîstema bankî, zîrekiya çêkirî û hin mijarên siyasî yên aktuel têne gotûbêjkirin.