Mesrûr Barzanî ji bo besdarî Korbenda Davosê bibe gihîst Swîsreyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî Korbenda Davosê bibe, gihîşt Swîsreyê.
Li gor zanyariyan, îro Duşemê 16ê Çileya 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davos 2023an bibe gihîşt Swîsreyê.
Herwiha biryar e di çarçoveya Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê çendîn hevdîtinên girîng û taybet ligel serkirde û kesayetên cîhanî ku beşdarî Korbenda Davosê dibin, encam bide.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê di hevdîtinên xwe yên ligel berpirs, serkirdeyên siyasî û karsazên cîhanê de çend mijaran gotûbêj bike, ji nav wan, pirrengîkirina aboriyê, balkişandina ser xizmetguzariyên bankî, peydakirina bazarên nû ji berhemên çandiniyê yên Kurdistanê re, veberhênana di kanza, petrol, gaz û enerjiya paqij de û rûbirûbûna bandorên nerênî yên guherîna keşûhewayê û hişkesaliyê ne. Ev jî ji bilî pêşhatên Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya Iraq û navçeyê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin