NBC: Serdana Joe Biden a Îsraîl û Erebistanê hatiye pasxistin

05 June 2022 15:50 0 dîtin
NBC: Serdana Joe Biden a Îsraîl û Erebistanê hatiye pasxistin

PeyamaKurd – Medya Amerîkayê ragihandiye ku serdana Serokê Amerîkayê Joe Biden a bo Îsraîl û Erebistana Siûdî ku biryar bû di nav vê mehê de bê kirin, hatiye paşxistin.

Li gorî nûçeya NBCyê serdana Biden ji bo Tîrmeha 2022yan hatiye paşxistin û wekî sedema paşxistinê jî ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.

Lê belê li gorî nîqaşên medya Amerîkî, dibe ku ji ber mijara bûyera kuştina rojnamevanê Siûdî Cemal Kaşikçî û bertekên raya giştî ya Amerîkayê Biden lingê yê serdana xwe betal kiriye.

Ji ber ku di rapora CIAyê de hatibû gotin ku biryara kuştina Kaşikçî ji aliyê Welîehd Prensê Siûdî Mihemed bin Selman ve hatiye dayîn.

Koşka Spî beriya niha ragihandibû ku wê Biden di meha Hezîranê de, serdana Erebistana Siûdî bike.