Fransayê mafê hemwelatîbûnê da 12 hezar kesên têkosîna Covid-19 dane
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hikûmeta Fransayê mafê hemwelatîbûnê dide 12 hezar kesên di eniyên pêş têkoşîn bo vîrusa koronayê (Covid-19) dane.
Hikûmeta Fransayê bi vê biryarê re mafê serlêdana hemwelatîbûnê ji 5 salan daxist 2 salan.
Wezîrê Hemwelatîbûnê yê Fransayê Marlene Schiappa, li ser vê biryarê diyar kir ku wan karmendên tenduristiyê bersiva banga têkoşîna dijî koronayê daye, lewma ev pêngaveke di cî de ye ku mafê hemwelatîbûnê bo wan bê dayîn.
Schiappa, herwiha da zanîn ku di meha Îlona 2020an de 16 hezar û 381 kesan serlêdana hemwelatîbûnê kiriye û ji wan ya 12 hezar û 12 kesan hatiye qebûlkirin.
Hat eşkerekirin ku di nav yên hatine qebûlkirin de, karmendên tenduristiyê, ewlehiyê, paqijiyê û ji hin pîşeyên din jî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin