Hûsî di 7 mehan de li 107 kestiyan xistine
PeyamaKurd – Hûsiyên Yemenê ragihgandin ku di nav 7 mehan de, 107 keştiyan li Derya Sor, Derya Ummanê û Okyanûsa Hindê ji xwe re kirine hedef. Serokê Hûsiyan Abdulmelik el-Husi got ku wê bi van êrîşan destekê bidin Xezzayê. TV ya aîdê Hûsiyan TV ya El Mesirah axaftina serokê Hûsiyan ya Abdulmelik el-Husi belav kir.
El-Hûsî got ku li Derya Sor, Derya Ummanê û Okyanûsa Hindê êrîşan pêkanîne û di nav 7 mehan de li ciyên navborî li keştiyên Amerîka, Îsraîlê û Îngîlterê xistine. Di hefteya dawiyê de bi 33 fuze û dronan 8 êrîşan pêkanîne.
Hûsiyên bi desteka Îraniyan, êrîşên Îsraîlê yên ser Xezzayê dikin bahane û li deryayan dest datînin ser keştiyên girêdayî Îsraîlê, bi fuze û dronan li keştiya dixin û seyr û sefera temamê keştiyên bazirganî dixin talûkê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin