Cenazeyên 5 kolberên di bin asîtê berfê de mabûn, hatin dîtin

25 January 2021 23:06 0 dîtin
Cenazeyên 5 kolberên di bin asîtê berfê de mabûn, hatin dîtin

PeyamaKurd – Malbatên ji Kurdistana Rojhilat derbasî bajarê Wanê bûn û li cenazê 5 kolberên xwe geriyan, ceneyan dîtin. Dewleta Îran û Tirkiyê tevî xwediyên cenazeyan ji wan daxwaz kiribûn da xwe bigihênin cenazeyên 5 kolberan an li wan bigerin, rêvebirên her dû dewletan zêde guh nedabûn malbatan. Îro ji xelkê gund 100 kes ji sînorê Îranê derbasdî sînorê Wan ê bû û li wendayiyên xwe geriyan.

Piştî xebata 100 kesan, îro ber destê êvarê karibûn xwe bigihînin cenazeyên her 5 kolberan. Navê her 5 kolberên di bin aşîtê berfê de mabûn ev in:

Metin Eslanî, Bîlen Ehmedî, Molaî Xudaî, Yawer Eslanî û Firat Xudaî. Her 5 cenaze birin gundê Kurdistana Rojhilat, bajarê Urmiyê, devera Somayê, gundê Koranê.