Cenazeyên 2 çiyagerên li Îranê di bin berfê de mabûn hatin dîtin
PeyamaKurd – Cenazeyên 2 ji 5 endamên koma çiyagerê ya ji 9 kesan pêk dihat, ku danê sibê li bajarê Ezna ya eyaleta Loristanê ya Îranê dest bi hilkişînê kiribûn, di berfê de hatin dîtin.
Di nûçeya Ajansa Nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Tasnîmê de daxuyaniya Serokê Heyva Sor a Ezna Elî Riza Silêmanî li ser mijarê cih girt.
Elî Riza Silêmanî da zanîn, tîmên çiyageriyê danê êvarê roja Pêncşemê çûne quntara çiyayên Oştorankuh, Elî Riza Silêmanî got, tîm danê sibê dest bi hilkişîna lûtkeya Senberan kiriye û li devera Çale Kebûd ketiye ber berfê.
Silêmanî diyar kir, 4 kes ku 2 ji wan birîndar bûne, ji koma 9 çiyagerên ku di encama berfê de asê mabûn, hatin rizgarkirin û 5 çiyager jî di bin berfê de man.
Silêmanî da zanîn, di berfê de termên 2 kesan dîtine û ji bo 3 kesên din jî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin