Li Sêrtê 6 welatiyên di berfê de asê mabûn hatin rizgarkirin
Peyama Kurd - Li navçeya Xesxerê ya bajarê Sêrtê yê bakurê Kurdistanê 6 welatî di bin berfê de asê mabûn.
Hate ragihandin ku ew 6 welatî piştî xebatên hewarê hatine rizgarkirin.
Ji ber zêdebarîna berfê li gellek bajarên bakurê Kurdistanê rêyên bi sedan gundan hatibûn girtin.
Jêderên ji herêmê ragihandin ku 6 welatiyên ku li navçeya Xesxerê ya Sêrtê ku di mînîbasa bi ajotvaniya Aldulhamît Olgan de dixwestin biçin gundê Çorsê, ji ber berfê rê girtibû, di rê de asê mabûn.
Jêderan ragihandin ku piştî agahiya ve bûyerê gihîştîye wan, tîmên rizgariyê li hewara wan çûne û piştî demekê rê vekirine û ew welatî hatine rizgarkirin.
Jêderan her wiha dane zanîn ku 6 welatiyên ku hatine rizgarkirin, gihîştine gundê xwe Çorsê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin