AFAD: 212 hemwelatiyên me yên li Îskenderûnê asê mabûn hatin tehliyekirin

28 November 2023 00:47 0 dîtin
AFAD: 212 hemwelatiyên me yên li Îskenderûnê asê mabûn hatin tehliyekirin

PeyamaKurd – Rêxistina AFADê ya bi ser wezareta karên navxwe ya Tirkiyê ragihand ku bi sedema rabûna ava deryayê li bajarê Hatayê (Îskenderûn), 212 hemwelatiyên ku asê mabûn hemûyan tehliye kirine. AFADê weha got:

“Li navça Îskenderûnê bi sedema rabûna ava deryayê lehî rabû. Ji bo destekê bidin xebatên wê derê, me wezîfe da xebatkarên Osmaniye, Maraş, Mersîn û Nîğde. Bi xebatkar, bot û alavên xwe ve hatin wezîfedarkirin.

Ji bo herêmê 815 xebatkar û 61 alavên kar me sewqê herêmê kir. Ji ber asta ava deryayê bilind bû, rêya peravê 80 cm. avê girtiye û me rê ji bo trafîkê girtiye. Li taxên Kurtuluş, Çay, Hürriyet, Süleymaniye û Savaşê ji bo tedbîrê me elektrîkê biriye.

Kızılay xwarina germ dide mexdûran. 43 îxbar hatine kirin û 212 hemwelatiyên me yên asê mabûn me wan tehliye kiriye.”