Li gundê Piyanis a Hakkariyê asîtê berfê ket ser makîna kar: Ajotvan rizgar bû

24 February 2025 21:07 0 dîtin
Li gundê Piyanis a Hakkariyê asîtê berfê ket ser makîna kar: Ajotvan rizgar bû

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariya li gundê Piyasin (Geçitli) di encama ketina aşîta berfê, makîna kar ya rê ji berfê paqij dikir, di bin aşîta berfê de ma. Talûka ketina aşîtan dewam dike.

Operator an ku ajotvanê makînê bê birîndar bibe ji nav makînê hat rizgarkirin. Dema agahiyan dan tîmên Rêvebiriya Taybet ya Parêzgehê, xebatkar çûn ciyê bûyerê û bi makîneyan ajotvan û makîna wî ji bin aşîta berfê derxistin. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya ajotvanê makînê Mehmet Kılıç baş e.