Berfê rêyên gelek gundên bakûrê Kurdistanê girtî ye
PeyamaKurd - Piştî berfê li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê rê hatin girtin.
Li parêzgehên Wan, Mûş, Bêdlîs, Colemêrg, Sêrt û Agirî xebatên vekirina rêyan ji aliyê tîmên Saziya Rêyên Bejahî ve tên kirin.
Rêvebirê 11emîn Saziya Herêmê ya Rêyên Bêjahî Hasan Ali Arslan got:
“Em bi hezar û 448 karmendan kar û xebatên berfê dikin. Me ji bo xebatên berfê amadekariyên xwe temam kirine.
Me nêzîkî 16 hezar ton xwê û nêzîkî 20 hezar ton xêx depo kirine. Li tevahiya herêma me em li 4 parêzgehan û du navçeyan kar dikin.”
Hasan Ali Arslan herwiha ji şofêran xwest ku dema berf dibare bila tekerên zivistanê bi kar bînin.
Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê, ji bilî bajarên Riha û Mêrdînê li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê baran û berf dibare.
Li bajarên Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan, Colemêrg, Mûş û Bêdlîsê berf dibare.
Herwiha ji bo bajarên Erzîngan û Dêrsîmê di asta zer de hişyariya barana gur hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin