Berfê rêyên 2.888 jîngehên Bakûrê Kurdistanê girt
PeyamaKurd – Ji do de li Bakûrê Kurdistanê bi taybetî li bajarên Serhedê berf zêde bariya û di encamê de rêyên 2.888 jîngehan hat girtin.
Ji ber girtina rêyan û barîna berfê li Kurdistanê gelek qeza jî çêbûn. Li bajarê Erzeromê rêyên 1.520 jîngehan hatin girtin û di nav bajêr de jî qaliniya befê 20 cm yî derbas kir.
Li bajarê Qersê berfê rêyên 69 gundan girt. Bi berfê re her weha bahoz jî bandora xwe li deverê nîşan dide. Li bajarê Ardaxanê jî di nav bajêr de qaliniya berfê ji 30 cm yî derbas kir. Li ciyên bilind berfê 1 metreyî derbas kir û rêyên 207 jîngehan hatin girtin.
Li bajarê Mûşê û dora wê rêyên 323 gund û mezrayan hatin girtin. Li bajarê Agiriyê rêyên 364 jîngehan, li Erzincanê rêyên 375 jîngehan, li Ixdirê rêyên rêyên 31 jîngehan hatin girtin.
Şaredarî, dezgeya rêyên bejayiyê û rêvebiriya teybet dixebitin da rêyên jîngehan ji berfê vekin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin