Li Bakurê Kurdistanê rêyên bi sedan gundan ji ber berfê hatin girtin
PeyamaKurd – Ji ber pêla nû ya berfbarînê ku du roj in berdewam dike, li çend bajarên Bakurê Kurdistanê rêyên bi sedan gundewaran hatin girtin û di çûnûhatinê de astengî li ber welatiyan çêbûn.
Li gorî zanyarîyên dawî bajarên Wan, Colemêrg, Mûş û Bedlîsê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber berfbarînê û rewşa xirab a hewayê bi giştî rêyên 1044 gund û cihên niştecihbûnê hatine girtin.
Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ragihandiye ku li bajêr ji ber berf û pûkê rêya 308 gundan hatiye girtin ku niha ji bo vekirina wan rêşan xebat didomin.
Îdareya Taybet a Bajarê Colemêrgê diyar kiriye ku li tevahiya parêzgehê rêya 106 gund û gundikan hatine girtin û ji bo vekirina wan rêşan xebat tê kirin.
Îdareya Taybet a Mûşê jî ragihandiye ku li bajêr rêya 316 gundan ji ber berfê hatiye girtin û bi 59 makîneyên kar û 85 personelan xebata vekirina rêyan berdewam e.
Li bajarê Bedlîsê jî rêya 260 gundan ji ber berf û rewşa xirab a hewayê hatiye girtin li wir jî bi maşîneyên kar xebatên vekirina rêyan didomin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin