Rêyên 30 gundên Xarpêtê ji berfê hatin girtin
PeyamaKurd – Îro li bakûrê Kurdistanê li bajarê Xarpêtê rêyên 30 gundan ji berfê hatin girtin. Bi taybetî li bilindahiya bajêr û hinek navçeyan sitûriya berfê zêdetir bû. 10 gundên navenda bajêr, li navça Baskilê yek, li Sivrice 19 gund rêyên wan bi temamî ji berfê hatin girtin.
Rêvebiriya Taybet ya bajêr ji 30 gundan rêya 28 gundan vekir û ji bo vekirina rêya 2 gundên din yên navça Sivrice xebata wan dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin