Rêyên 144 gundên Kurdistanê ji berfê hatin girtin

20 March 2020 23:51 0 dîtin
Rêyên 144 gundên Kurdistanê ji berfê hatin girtin

PeyamaKurd- Li her derê bêhna baharê heye lê li bakûrê Kurdistanê li bilindahiya Serhedê hêjî berfa zêde dibare û rêyên gundan ji berfê tên girtin. Îro li bajarê Bedlîs, Wan, Bîngol, Mûş û Hekkariya berf zêde bariya. Di encama barîna berfa zêde rêyên 144 gundên van bajaran hatin girtin.

Li bajarê Semsûrê (Adıyaman) jî li deverên bilind bi sedema barîna berfê rêyên 77 gund û mezrayan hatin girtin. Bi taybetî rêyên li ser navçeyên Sincik, Kolik û Çelîkxana a di navera Semsûr û Meletiyê de.

Tîmên bi ser rêvebiriya Daîra Taybet yên bi ser parêzgehan ve bo vekirina rêyan xebatên xwe dewam dikin.